Yekitiya Ragihandina Azad YRA da zanîn ku hedefgirtina Îsam Abdullah, sûcekî belgekirî ye ku ji gelek aliyan ve ev yek hatiye ispatkirin.
Şehîd Rustem Cîlo ku mînaka wêrekî û pabendiya bi rastîya re bû, ji bo veguhestina deng û êşa gel li Şehbayê, canê xwe feda kir.
YRA: Hedefgirtina rojnamevanan sûcekî şer e
YRA`ê daxuyakirin ku hedefgirtina rojnamevanan sûcekî şer û binpêkirineke berbiçav a qanûnên mirovî ye.
YRA`ê bang li hêzên cîhanî kir ku helwesteke cidî nîşan bidin û hesab ji Tirkiyê bixwazin.
Dawiyê YRA`ê soza da ku wê wêne û helwestên wan bibin çirayek ku rêya hemû kedkarên ragihandina azad ronî bikin.