Li gorî raporê li seranserê cîhanê 840 mîlyon jin, rastî tundiyê hatine.
Di 12 mehên bihurî de, 316 mîlyon jin rastî tundiya hevjînê xwe hatine.
Rapor diyar dike jinên di navbera 15-24 salî de herî zêde di xetereyê de ne.
Li gor daneyên ku (WHO) îsal eşkere kirin e, 263 mîlyon jinên ciwan rastî tundiya zayendî hatine.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) destnîşan kir ku tundî bandorek giran li ser pêvajoya mezinbûna jinên ciwan û avakirina jiyana wan dike.