Iraqê û Herêma Kurdistanê jinên azad qebûl nakin

Çalakvan Bihar Mûnzur di rojên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, diyar kir ku jin li Îraqê û herêma Kurdistanê rastî kuştin û tundiyê tên û dozên wan di bin navê bi silha eşîrî da tên girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çalakvan Bihar Mûnzur ku li Iraqê, jin bi navê zewacê, hîn zarok rastî destdirêjiyê tên û li herêma Kurdistanê jî bi awayekî berbiçav tundî zêde bûye.

Bihar Mûnzir da zanîn ku wezareta navxweyî dest daniye ser daneyên kuştin û tundiya li ser jinan û rêgirî li şopandinê dike.

Çalakvan û rojnamevan nikarin daneyên fermî bi dest bixin.

Bihar Mûnzir diyar kir ku li herêma Kurdistanê û Iraqê gelek malbat bi navê silha eşîrî, kuştin û tundiya li dijî jinan vedişêrin û di dadgehê de doz bi silha eşîrî tên girtin. An jî bi navê namûsê jin tê kuştin û dozan nabin dadgehê.

Bihar Mûnzir di dawiya axaftina xwe de got:

" Desthilatdarên herêma Kurdistanê girîngî nadin jinên azad. Ger wisa nebûya dê niha li cihê nûçeyên şîdet û kuştinê me yê behsa serkeftinên jinan bikira.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye