3’emîn konferansa “Platforma Jinên Kurd” a ku duh (22’ê Hezîranê) li Amedê ya Bakurê Kurdistanê hatibû destpêkirin, îro di roja duyem de didome.
Konferans ji aliyê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, di bin dirûşmeya "Bi yekîtiya jinên Kurd, ber bi yekîtiya neteweyî ve" û bi amadebûna bi dehan jinên ji Kurdistanê, tê lidarxistin.
Di roja yekem a konferansê de, li ser dîrok û xebatên jinên Kurdistanê sinevîzyon hat pêşandan. Her wiha hejmarek ji peyamên tevger û rêxistinên jinan ên ji bo konferansê hatibûn şandin, ji aliyê komîteya amadekar ve hatin xwendin.
Paşê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
Îro jî bi nîqaş û nirxandinên girtî dewam dike. Dê di dawiya nîqaş û pêşinyaran de encamnameyek werê ragihandin.
Ebîr Muhemed