Meclisa jinan a DEM Partiyê li pêşiya girtîgeha Bakirkoyê daxuyanî dan

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) Denîz Aktaş û endama Meclisa Partiyê ya ESP'ê Ebru Yîgît, di 20'ê sibata 2026'an de hatibûn girtin.

 

Meclisa Jinan a DEM Partiyê, têkildarî girtina endamên SKM'yê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî da.

 

Di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya piştevaniya bi girtiyan re hate nîşandan û hate gotin ku dê li dijî zextan serî netewînin.

 

Her wiha dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Bijî piştevaniya jinan”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bila zindan bên hilweşandin ji girtiyan re azadî” hatin berzkirin.

 

'Em ê li dijî polîtîkayên zextê serî netewînin’   

 

Di çalakiyê de hate gotin ku kesek nikare bi operasyonên siyasî pêşiya têkoşîna jinan bigire û ew ê serî li ber zextan netewînin.

 

Her wiha  Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku têkoşîna jinan polîtîkayên zextê nas nake û dê jin bi hevgirtinê têkoşîna xwe mezintir bikin.

 

Meral Daniş Beştaşê, bi bîr xist ku bi hezaran girtiyên siyasî hene, Deshilat ne kujerên jinan lê jinê têkoşer digire û bang li deshilatdaran kir ku peywira xwe bi cih bîne.

 

Meral Daniş Beştaşê, lê zêde kir û wiha anî ziman:

"Ev çar sal in ku Berdevka Meclisa Jinan a Sosyalîst SKM’ê Tanya Kara nikare tev li 8’ê Adarê bibe.

 

Em tundiya li ser jinan qebûl nakin, em bang li hemû jinan û LGBTÎ+'yan dikin dakevin qadên 8’ê Adarê. pêwiste hemu girtiyên siyasî yên ji jin bên berdan."

 

Li gorî daneyên herî dawî yên ji hêla Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Cezayê de (CİSST) ve hatiye weşandin; 19 hezar û 775 girtiyên jin di girtîgehan de hene.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye