Li Reqayê 5 DAÎŞ’yên ku amadekariya êrişê dikirin hatin girtin

Li Reqayê 5 çeteyên DAIŞ’ê ku amadekarî dikirin ji bo êrîşî navendên leşkerî, sivîlan û saziyên xizmetê bikin ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê ve bi operasyoneke hevpar hatin girtin. Her wiha Fermandarê CENTCOM`ê admîral Charles Brad Cooper serdana Kampa Holê kir, rewşa kampê û xurtkirina hevkariya ewlehiyê û mirovî nîqaş kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di van demên dawiyê de, tevgera çeteyên DAIŞ'ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibe û hewl didin ji nû ve xwe bi rêxistin bikin.

Li Reqayê 5 çeteyên DAIŞ’ê ku amadekarî dikirin ji bo êrîşî navendên leşkerî, sivîlan û saziyên xizmetê bikin ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê ve bi operasyoneke hevpar hatin girtin.

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Hêzên Yekîneyên Dij Terorê bi hevkariya Hêzên Taybet ên Ewlekariya Hundurîn li gundê Kesrat ê başûrê Reqayê oprasyoneke taybet pêk anîn.

Navendê diyar kir ku oprasyon piştî êrişa xwekuj a çeteyên DAIŞ’ê ku ji aliyê hêzên wan ve hatibû têkbirin, pêk hat.

Her wiha hate diyarkirin ku operasyon serkeftî derbas bû û wan 5 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku di operasyonê de gelek çek, cebilxane û amûrên teknîkî bi çeteyan re hatine desteserkirin ew jî ev in:

 

3 çekên kilaşnîkov

2 tivingên nêçîrê

1 demançeya rastkirî

380 fîşekên kilaşnîkovê tevî 5 cercuran, amûrên teknîkî yên cihêreng (komputer, internet, têlefonên destan û kamerayek)

 

Xurtkirina parastina kampa Holê rojeva serdana Cooper bû

 

Ji aliyekî din ve li Kampa Holê jî hewildanên revê yên malbatên DAIŞê û xirakirina ewlehiya kampê zêde bûne.

Ji bo vê rewşê ji nêz ve bişopîne Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) admîral Charles Brad Cooper serdana Kampa Holê kir.

Derbarê vê serdanê de Hevseroka Rêveberiya Kampa Holê Cîhan Hanan ji Ronahî TV re axivî.

Cîhan Henan ragihand ku fermandariya CENTCOMê wê ji bo xurtkirina û parastina kampê nîqaş bikin..

Cîhan destnîşan kir ku ji bo parastina ewlehiya niştecihan û rêgirtina li pêşiya gefên muhtemel ên di nava kampê de, koordîneya navneteweyî girîng e.

Hemwextî serdanê, zehmetiyên ewlehiyê û mirovî yên di nava kampê de berdewam in ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ`ê dihewîne.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo dîtina çareseriyên daîm ji kampê re, gelek caran bang kiriye.

Beriya serdanê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewla revandina 56 kesên ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji Kampa Holê têk biribûn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24