Dadgeha Destûra Bingehîn îro li ser serlêdana ku di sala 2014'an de der barê Komkujiya Madimakê de hatibû kirin, biryar da.
Dadgehê piştî 12 salan biryara xwe ya li ser serlêdana der barê Komkujiya Sêwas-Madimakê de eşkere kir.
Dadgehê bi yekdengî biryar da ku pêvajoya darazê bi awayekî bibandor nehatiye meşandin û tespît kir ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin.
Her wiha biryar hat dayîn ku ji xizmên qurbaniyan re dê tezmînata manewî were dayîn.
Dîsa hat ragihandin ku sedema vê biryarê dê di demên pêş de were eşkerekirin
Li Sêwasê di 2'yê Tîrmeha 1993'yan de 35 rewşenbîr û hunermendên tev li Şahiyên Pîr Sûltan Abdal bûbûn û 2 xebatkarên otelê, li Otela Madimakê hatibûn şewitandin.