Niştecihên herêmê dan xuya kirin ku di dema derbasbûnê de, rê li wan hatiye girtin û gefên serjêkirinê li wan hatiye xwarin.
Niştecihên ku di rê de bûn, ev anîn ziman:
"Kesên ku Ereb bûn ew derbas kirin.
Lê ji Kurdan re gotin ku hûn nikarin derbas bibin, kesên ku derbas bibin wê serê wan bê jêkirin."
Her wiha welatiyên ku mexdurbûn û rê li wan hate girtin, dan diyarkirin ku tevî ku serî li hêzên ewlekariyê yên Hikûmeta Sûriyê dane jî, lê hêzên ewlekariyê gotin ku em nikarin tiştekî bikin.
Niştecihên ku dixwestin ber bi Herêma Cizîrê ve biçin, neçar mane ku ji rêya Girê Spî berê xwe bidin Herêma Cizîrê.