Li Nîjeryayê Çekdarên Boko Haramê 42 xwendekar revandin

Çekdarên Boko Haramê yên ku li Nîjeryayê bi cih bûne, li Eyaleta Borno ya li bakurê rojhilatê Nîjeryayê, êrîşî dibistanekê kirin û di encamê de herî kêm 42 xwendekar revandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 15`ê gulanê de, li bakurê rojhilatê Nîjeryayê çekdarên Boko Haramê êrîşî dibistanekê kirin.

Li gorî agahiyan, di êrîşa çekdarên Boko Haramê de ya li Eyaleta Borno ya li Nîjeryayê, 42 xwendekar hatin revandin.

Her wiha Senatorê Herêma Bornoya Başûr Alî Nedûm, der barê bûyerê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, Alî Nedûm eşkere kir ku çekdarên Boko Haramê êrîşî dibistanekê li herêma Askira-Uba ya Eyaleta Bornoyê kirine û 42 xwendekar revandine.

Nedûm got ku, bûyera revandinê, malbatên zarokan xistiye di rewşeke bêhêvî û tirsê de û moralê wan şikandiye.

Senatorê Herêma Bornoya Başûr, revandina xwendekaran wekî kiryareke hovane bi nav kir.

Çekdarên Boko Haramê kî ne?

Çekdarên Boko Haramê kî ne û li ku derê têne bicihkirin?

Boko Haram, rêxistineke çekdar a Îslamî ye, ku li bakurê rojhilatê Nîjeryayê û li herêma Gola Çadê çalakiyên leşkerî pêk tîne.

Di zimanê herêmî de peyva Boko Haramê tê wateya 'Perwerdehiya Rojavayî qedexe ye'.

Armanca sereke ya komê, hilweşandina sîstema qanûnî ya heyî û avakirina rêveberiyekê li ser bingeha şerîetê ye.

Rêxistin, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û gelek dewletên cîhanê ve di lîsteya terorê de ye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye