Lîstikên Asyayê yên Aichi-Nagoya sala 2026'an bi dawî bûn

Lîstikên Asyayê bi dawî bûn. Di 19`ê îlonê de li Welatê Japonya bi taybet li bajarê Aichi Nagoya lîstikên Asyayê hatin lidarxistin. Ev lîstik ya 20`an bû ku hat lidarxistin. Di vê turnuvayê de hin lîstikên cuda û yên ku cara yekem dikevin lîstikên Asyayê hebûn ku ji 43 lîstikan û ji 469 pêşbirkên madalyayan pêk dihat. Welatê herî serkeftî jî di vê turnuvayê de welatê Çîn bû. Em bi hev re li berfirehiya van lîstikan û welatên herî serkeftî tê de temaşe bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji 19`ê îlonê heta 4 cotmehê Japonya di nave xwe de lîstikên Asyayê dihewand.

Ev turnuvaya ku di gera xwe ya 20`an de li Aichi-Nagoya dihat lidarxistin, şahidî 43 pêşbirkan bû, ku 71 şax û di nav van şaxan de jî 469 pêşbirkên madalyayan hebûn.

Ev lîstikên mezin ên parzemînî, piştî pêşbirkên du hefteyan, duh bi merasîma girtinê ya fermî bi dawî bûn.

6 werzîşên nû cara yekem di lîstikên Asyayê yên Aichi-Nagoya de zêde bûn

Di Lîstikên Asyayê yên Aichi-Nagoya sala 2026`an de çendîn taybetmendî, guhertin û şêwazên nû hebûn ku vê turnuvayê ji yên berê cuda dike.

Her wiha 6 werzîşên nû cara yekem ketin bernameya fermî ya madalyayan:

1- Mixed Martial Arts: Hunera şer a têkel cara yekem di asta parzemînî de cih girt.

2- Virtual Taekwondo: Şêwazekî nûjen û dîjîtal ê taekwondo ku bi teknolojiyê tê lîstin.

3- Teqball: Werzîşeke ku taybetmendiyên fûtbol û tenîsa masê tîne cem hev.

4- Padel: Lîstikek mîna tenîsê lê li ser stadyomên girtî û piçûktir.

5- Surfing (Pêlparazî): Werzîşa li ser pêlên deryayê.

6- Freestyle BMX: Şêwaza azad a bisiklêtan.

Di heman demê de hin lîstikên wekî satranç, dragon boat û roller skating ji bernameyê hatin derxistin.

5 welatên herî zêde medalya bi dest xistine ji zêr, zîv û bironz

Welatên serkeftî û yên ku herî zêde medalya bi dest xistine kîne?

Di Lîstikên Asyayê yên 20'emîn de 5 welatên ku herî zêde medalya bi dest xistine li gorî rêzbendiya fermî wiha ne:

Çîn, 169 medayayên zêr, 89 medayayên zîv û 83 medayayên bironz. Bi giştî 341 medalya.

Japan, 83 medayayên zêr, 95 medayayên zîv û 91 medayayên bironz. Bi giştî 269 medalya.

Koreya Başûrî, 39 medayayên zêr, 43 medayayên zîv û 68 medayayên bironz. Bi giştî 150 medalya.

Hindistan, 21 medayayên zêr, 27 medayayên zîv û 37 medayayên bironz. Bi giştî 85 medalya.

Uzbekistan, 21 medayayên zêr, 25 medayayên zîv û 24 medayayên bironz. Bi giştî 70 medalya.

Her çend hejmara zêr a Hindistan û Uzbekistanê wekhev be jî , Hindistan ji ber ku zêdetir madalyayên zîv bi dest xistine di rêza 4'emîn de cih girt ye.

Çînê jî wekî her car serdestiya xwe parast û turnuva di rêza yekem de qedand.

Turnuvaya Asyayê ya bê dê kengî û li ku bê lidarxistin?

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku turnuvaya bê, ya lîstikên 21'emîn ên Asyayê, wê li bajarê Doha, Qatar bê lidarxistin.

Li gorî plansaziya fermî ya normal, ev lîstik ji bo sala 2030'î li Qatarê hatine diyarkirin.

Guhertineke gengaz di lîstikên Asyayê yên sala 2030'î de!

Encûmena Olîmpiyadê ya Asyayê niha pêşniyarekê gotûbêj dike ku şampiyoniyê bi qasî salekê paşve bixe û ji bo sala 2031`ê plan bike.

Armanc ew e ku lîstik di sala beriya Olîmpiyadên Brisbane 2032`an de bên lidarxistin, da ku lîstikvan bikaribin vê çalakiyê wekî qonaxa hilbijartinê ya Olîmpiyadê bi kar bînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye