Li Afganistanê di êrîşeke Pakistanê de 4 kes hatin kuştin

Pakistanê êrîşek li ser Kabûl û deverên din ên Afganistanê pêk anî, 4 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro Hikûmeta Talîbanê ragihand ku Pakistanê êrîşek li ser Kabûl û deverên din ên Afganistanê pêk aniye.

 

Di heman demê de, polîsên Kabûlê ragihandin ku 4 kes li bajêr hatine kuştin.

 

Berdevkê hikûmetê Zebîhullah Mucahîd li ser Twitterê wiha nivîsand:

 

“Bi berdewamiya êrîşa xwe, rejîma leşkerî ya Pakistanê careke din Kabûl, Qendehar, Paktiya, Paktîka û deverên din bombebaran kir."

 

Zebîhullah diyar kir ku di êrîşê de "jin û zarok" hatine kuştin.

 

Berdevkê polîsên Kabûlê Xalid Zadran got ku di êrîşeke Pakistanê de ji bilî 4 kesên ku jiyana xwe ji dest dan 15 kes jî birîndar bûne.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye