YNK: PDK naxwaze lihevkirinek cidî bi YNK’ê re bike

Endamê YNK’ê Pîre li ser nêzikatiyê PDK’ê li ser avanekirina hikûmeta nû de got ku baweriya PDK’ê bi şîrîkatiyek rast nîne.

reset font size increase font size

Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Seedî Ehmed Pîre da zanîn ku pêkanîna hikumeta nû û hilbijartina serokatiya parlamentoyê ji hev nayê cûdakirin û got; “Baweriya PDK’ê bi şirîkatiyek rast nîne.”

Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Seedî Ehmed Pîre derbarê pêkanîna hikumeta nû ya Herêma Kurdistanê de ji medya YNK’ê re axivî.

Seedî Ehmed Pîre got ku hizba wan mijara pêkanîna kabîneya nû ya hikumetê û hilbijartina desteya serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistanê jihev cûda nake.

Pîre wiha pê de çû: “Eger heya niha PDK ji bo pêkanîna hikumetê, bêyî hizba me xwedî bijardeyek dinba, wê pêkanîba. Baweriya PDK’ê bi şirîkatiyek rast nîne û naxwaze lihevkirinek cidî bi YNK’ê re bike.”

Seedî Ehmed Pîre got ku pirsgirêkên di navbera PDK-YNK’ê de, ne di wê astê de ne ku bibe sedema dubarekirina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê û got; “Bi dubarekirina hilbijartinê re, ti guhertinek mezin çênabe û ji encamên niha cûdatir nabe.”

Di heman demê de heya niha YNK-PDK 12 caran ji bo pêkanîna hikumeta nû ya Herêma Kurdistanê civiyane, lê hikumet nehatiye avakirin.

Hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê di 20’ê Cotmeha 2024’an de pêkhatibû û heya niha jî hikumet nehatiye avakirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye