Edî di nava beşên Kurdistanê de gavên şênber ên hevgirtinê li ser erdê xuya dikin.
Parêzerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Parêzerê Dihokê Dr. Elî Tatar ku di çarçoveya Foruma Aştiya Civakî û Azadiyê de, tevî komeke akademîsyenan hatin Amedê, serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun kirin.
Sera Bucak mêvanên xwe pêşwazî kirin û spasiya wan kir.
Rêveberên Kurdan ên Amed, Hewlêr û Dihokê peyama yekîtiyê dan
Parêzerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw spasiya Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê kir.
Parêzerê Dihokê Dr. Elî Tatar jî bal kişand li ser polîtîkayên li dijî Kurdan û wiha got:
Piştî axaftinan aliyan plaket dan hev.
Hevserokên Şaredariya Amedê şalgerdana Amesporê diyarî Parêzerê Hewlêrê kir û hevdîtin bi dîmenekî protokolî bi dawî bû.