Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, peyamek ji hemû netewe û cîranên ku li Îranê ne, re şand.
Hevpeymaniyê bal kişand li ser bidestxistina mafên hemû neteweyan û bi hev re, bi awayekî komînal û jiyaneke azad bijîn.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê di peyama xwe de bi bîr xist ku li ser bingeha prensîbên tevgera neteweyî û demokratîk a Kurdistanê, tekezî li pêwîstiya yekîtî û hevgirtinê heye.
Her wiha ew hêvî dikin ku pêşerojeke aram ji bo Îranê, bi avakirina sîstemeke demokratîk were bidestxistin.
Hevpeymaniya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê li van herêmên tevlihev, piştgiriyê dide avakirina mekanîzmayeke rêveberiya hevbeş a xwecihî ku pêkhateya nifûsê û îradeya gel nîşan didin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, di wê baweriyê de ye ku aramî û ewlehiya mayînde, tenê dema ku hemû gelên herêmê, tevî Kurd û Tirkên li Azerbaycan, Kurdistan û herêmên din, xwediyên mafên siyasî, çandî û zimanî yên wekhev bin, her wiha bi rêya saziyên demokratîk werin bi rê ve birin, dikare were misogerkirin.
Di vê çarçoveyê de, girêdanbûna xwe ya bi naverok û ruhê peymana dostaniyê ya di navbera Komara Kurdistan û Hikûmeta neteweyî ya Azerbaycanê de jî ragihandin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo bi destxistina pêşerojeke azad û wekhev, ji bo hemû neteweyên Îranê dibîne.
Di vê çarçoveyê de, em hemû şêwazên hevkarî û hewldanên di vî warî de pêşwazî dikin.
Di dawiya peyamê de, Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê wiha dawî li axaftina xwe anî:
"Em weke Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, di derbarê netewe û welatên cîran de jî dibêjin, divê cîrantiyeke baş û rêzgirtinek, di berjewendiyên hemû welatên herêmê de hebe.
Li gorî me, aştî û aramiya herêmî, tenê dikare bi rêya diyalog, hevkarî û rêzgirtina du alî ya di navbera netewe û dewletan de xurt bibe."