Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê,Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo hînbûna asta bikaranîna zimanên dayikê yên ji bilî Tirkî lêkolînekî di 23 bajaran bi tevlêbuna 2 hezar û 378 kesan re anketeke online çêkirin.
Ji sedî 23,5’ê beşdaran gotin zimanê dayikê “pir baş” , ji sedî 43,2’yan got “baş” diaxivin û ji sedî 16,2’yan jî got “nebaş” diaxivin.
Di anketê de, piraniya kesên gotin zimanê dayikê pir baş an jî baş diaxivin kesên temen navîn e, yên nebaş diaxivîn jî ciwan in.
Di anketan de daxwaza fermîkirina zimanê dayikê derket pêş
Ji sedî 97,9’ê beşdaran di hemû qedemeyên dibistanên Tirkiyeyê de daxwaza perwerdeyê zimanê Kurdî bi fermî were dayîn kirin.