Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku bêyî dayina garantî û statuya Kurdan bangên li ser 'teslîmbûnê' dûrî edalet û aştiyê ye.
Bakirhan anî ziman ku Rêber Apo bi perspektîfa 'Neteweya Demokratîk' a bi salan ji bo Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîn çareseriyeke aştiyane pêşkêş dike û got:
"Aqlê ku Birêz Ocalan vexwend Meclîsê divê li pêşniyarên çareseriyê yên Birêz Ocalan vekirî be û karibe nîqaş bike."
Tuncer Bakirhan tayînkirina qeyûman li ser Serokatiya bajarê Stenbolê ya CHP'ê jî nirxand û destnîşan kir ku ev kiryar ne hiqûqî ye û li dijî demokrasiyê ye û wiha axivî:
"Em ê bi hev re mijara Kurd çareser bikin û Tirkiyeyê bi hev re demokratîk bikin. Wekî din çareya me nîne."