Teqîneke mezin li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê pêk hat

Îro li başûrê paytexta Sûriyê teqînek mezin ji ber bermahiyên şer li nêzî balafirgeha Navneteweyî ya Şamê, pêk hat.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Desteya Hewayî ya Sivîl a Sûriyê di derbarê vê teqînê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de, diyar kir ku dengên têne bihîstin ji ber teqîna bermahiyên şer e ku li nêzî balafirgeha Navneteweyî ya Şamê pêk hatiye.

Her wiha Desteyê da zanîn ku ev teqîn li deverekê ku zêdetirî 20 kîlometreyan dûrî balafirgehê qewimî ye.

Di heman demê de, desteyê piştrast kir ku niha rewşa li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê bi tevahî ewle ye, trafîka hewayî jî bi awayekî normal û birêkûpêk bêyî tu astengiyê berdewam dike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24