Wezareta Parastinê ya Siûdî, diyar kir ku 7 mûşekên balîstîk ên ku ber bi Parêzgeha Rojhilat ve hatine avêtin, hatine îmhakirin.
Wezaretê, zêde kir ku bermahiyên wan li nêzî tesîsên enerjiyê ketine û xebat ji bo nirxandina zirarê berdewam e, lê diyar nekir ku kê mûşek avêtine.
Li aliyekî din jî, Tehranê li dijî Îsraîl û welatên Erebî yên Kendavê ku navendên leşkerî yên Amerîkî lê ne, êrîş pêk anîne.
Her wiha ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîlê yê bi Îranê re, Erebistana Siûdî bûye armanca bi sedan êrîşên mûşekî û dronên Îranê.
Rayedar dibêjin ku piraniya van êrîşan hatine astengkirin.