Balafirên şer ên Îsraîlê malek li derdora gundê Ensarê yê li başûrê Libnanê bombebaran kir û di encamê de xanî bi temamî hatiye rûxandin. Tîmên hawarçûnê li ser rakirina kavilan û veguhastina cenaze û birîndaran bo nexweşxaneyên herêma Nebetiye ya nêzîk heta niha kar dikin.
Li aliyê din, Ajansa Neteweyî ya Ragihandinê ya fermî li Libnanê diyar kir ku hêzên Îsraîlê xebatên xwe yên ji bo jinavbirina bingehên jiyanê li bajarê Bint Cûbeyl û gundên derdorê berdewam dikin. Hêzên Îsraîlî berbanga vê sibehê çend xanî li hundirê wî bajarî teqandin û bi çekên giran herêma niştecihbûnê ya li ser rêya Konîn - Sif El-Hewa gulebaran kirin.
Ev geşedan di demekê de tên ku rêkeftina çarçove ya bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatî îmzekirin, banga bêçekkirina Hizbullahê û vekişîna gav bi gav a Îsraîlê dike. Lê belê, Hizbullah giftûgoyên rasterast bi Îsraîlê re û radestkirina çekên xwe bi tevahî red dike. Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim her weha desthilatdarên Libnanê tawanbar kir ku artêşa welat dixwazin bixin bin zextên Îsraîlê.