Sefa Meşhedanî, îro li navçeya Tarmiyeyê ya Bexdayê di encama teqîna wesayîta xwe de, jiyana xwe ji dest da.
Piştî derketina dîmenên buyerê tê xuyakirin ku teqîn di dema El-Meşhedanî ji bo hilbijartinê gera xwe didomand pêk hatiye.
Di salên borî de, li Iraqê gelek suîkast li hember çalakvanên sivîl, rojnamevan û siyasetmedaran hatine kirin.
Lê kuştinên bi vî rengî cara yekem e ku di hilbijartinên parlementoya Iraqê de tên jiyankirin.