Li navçeya Midyadê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, di dema pakkirina aşekî kevin de mozayîkeke dîrokî hat dîtin.
Her wiha hat diyarkirin ku dîroka mozayîka ku hatiye dîtin vedigere berî vê hezar û 500 sal.
Birêvebirê Muzexaneya Mêrdînê û Serokê Kolandinê Îdrîs Akgul derbarê vê mozayîkê de ev agahî parve kirin:
“Rûberê mozayîkê nêzîkî 40 metre çargoşe ye û navê "Tittos Domestikos" li ser hatiye nivîsandin.
Mozayîk bi neqşên geometrîk ên wekî heştgoşe, zîgzag, pêl û girêkan hatine çêkirin.”
Serokê Kolandinê Îdrîs Akgul da xuyakirin ku di dema kolandinê de wan li 2 cihan mozayîk dîtin û tê plankirin ku wê ev cih ji bo geştyariyê jî were amadekirin.