Bûyer li Taxa Cengîz Topel a navçeya Şahînbeyê qewimî. Jina ker û lal a bi navê S.P, piştî ku ji bo çûna dikanê ji mala xwe derket, êdî venegeriya. Li ser agahdarkirina malbatê, tîmên polîsan dest bi lêgerînê kirin û piştî çend saetan S.P. li Taxa Vatanê dîtin.
S.P. di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji aliyê hin kesên nenas ve hatibû revandin û destdirêjî li mafê wê hatibû kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de, polîsan gumanbarên bi navên M.Ş.E. (25), M.T. (27), S.B. (28), F.R. (17) û piştre jî A.E. binçav kirin.
Her 5 gumanbarên ku karûbarên wan ên li ewlehiyê bi dawî bûn, sewqî dozgeriyê û piştre jî sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê biryara girtina her 5 kesan da û ew şandin girtîgehê.