Li Siwêdayê 7 kes hatine kuştin

Parêzvanên Siwêdayê ragihandin ku di êrîşên hikûmeta veguhêz a Sûriyê de, 7 kes hatine kuştin, 4 kes birîndar bûne û 19 kes jî hatine revandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştimanî ya Siwêdayê, di der barê rewşa 24 saetên dawî li herêmê de, daxuyaniyek weşand.

 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, hêzên hikûmeta vegûhêz a Sûriyê ji duh sibehê ve heya berbanga îro, binpêkirinên sîstematîk li dijî şêniyên Siwêdayê pêk anîne.

 

Li gorî daxuyaniyê, di encama van binpêkirinan de, 7 kes hatine kuştin û 4 kes birîndar bûne û 19 kes jî hatine revandin.

 

Her wiha hate ragihandin ku, 3 kes li bajarokê Necranê di nava zeviyên çandiniyê de hatine kuştin, 12 sivîl li benda kontrolê ya bajarokê Metûnayê hatine girtin.

 

Li herêma di navbera bajarokên Beka û Berd de, 4 kes hatine kuştin û 7 jî hatine revandin.

 

Her wiha hat destnîşankirin ku bajarokê Bekayê bi 2 dronan hat bombebarankirin û yek ji wan hat xistin, di encamê de kesek birîndar bû.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, bajar bi mûşekên Grad hat hedefkirin, di encamê de malek şewitî û 3 jin birîndar bûn.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye