Welatiyê Efxanî yê bi navê Qaim Huseynî hat bidarvekirin

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hingawê, sibeha roja pêncşemê 20ê tebaxê, cezayê bidarvekirinê yê girtiyê bi navê Qaim Huseynî yê ku bi navê Arîn tê nasîn li Zindana Navendî ya Esfehanê hat bicihanîn.
Qaim Huseynî 20 salî ye û ji welatiyên Efxanistanê ye û yek ji girtiyên xwepêşandanên Çileyê bû.
Ew pismamê Gul Mihemed Mihemedî ye, yek ji kesên ku li Meydana Elî Xanî ya Esfehanê ku bi çend girtiyên din re bi awayekî eşkereyî û komî hatin bidarvekirin.
Her wiha Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ku malpera fermî ya dadweriya Îranê ye ji aliyê xwe ve jî nûçeya bidarvekirina vî girtiyî piştrast kir.
Girtiya Kurd a bi navê Dunya Mihemedî hat bidarvekirin

Li gorî heman rêxistinê, sibeha roja çarşemê 19ê tebaxê, cezayê bidarvekirina jinekê bi navê Dunya Mihemedî li Zindana Navendî ya Îlamê hat bicihanîn.
Dunya Mihemedî 20 salî ye û welatiyeke Kurd ji bajarê Îwanxerb ê ser bi parêzgeha Îlama Rojhilatê Kurdistanê ve ye.
Heta dema weşandina vê nûçeyê, bidarvekirina vê girtiya Kurd ji aliyê medyaya fermî ya Îranê ve nehatiye ragihandin.
Du girtî li zindanên Kerec û Esfehanê hatin bidarvekirin

Li aliyekî din rêxistina Hingawê diyar kir ku sibeha roja 19`ê tebaxê, cezayê bidarvekirinê yê girtiyê bi navê Dawûd Siyah Mensûrî li zindana Qezelhîsarê ya bajarê Kerecê yê ser bi parêzgeha Elburzê ve hat bicihanîn.
Dawûd Siyah Mensûrî 26 salî ye û li Tehranê dijiya û berê cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn.
Di heman rojê de, cezayê bidarvekirinê yê girtiyekî Belûç ê bi navê Ebdulbasit Brahûyî li Zindana Navendî ya Esfehanê hat bicihanîn.
Ebdulbasit Brahûyî 30 salî ye û ji xelkên bajarê Zahîdanê yê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ve ye.
Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyî ji aliyê medyayên Îranê ve nehatiye belavkirin.