Li Efrînê çeteyan bi ser konê sersaxiyê de girt 3 ciwan revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di serdegirtina konên sersaxiyê yê li gundê Kefer Sefrê yê Efrînê de, 3 ciwan revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî çavkaniyên xwecihî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh bi şevê bi 5 erebeyan bi ser konê sersaxiyê yê li gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê yê Efrînê de hatiye vedan, girtin û 3 ciwanên tev li merasîmê bûne revandin.

Çavkaniyan da zanîn ku ji ber tirsa astengî û gefan, malbatên ciwanan navên wan eşkere nekirin.

Li gorî hin agahiyan jî, 6 kes di nav de 3 ciwanên ku hatine revandin, ji şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê ne, berê xwe dabûn Kefer Sefrê ji bo sersaxiyê bidin xizmên xwe.

Ev binpêkirin, piştî ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker berî 3 rojan gundê Bozîkê yê navçaya Cindirêsê yê Efrînê talan kirin, pêk hat.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24