Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku duh êvarê 2 mûşek li 2 bajarokên gundewarê Hesekê ku di bin kontrola Hikumeta Vegûhêz ya Sûriyê de ketin.
SOHRˊê destnîşan kir ku mûşek li derdora herêmên Til Xexal û Til Birak ên Hesekê ketin.
Li dijî baregeha Amerîkayê ya berê ya Xerab Cîr a Rimêlanê êrîş pêk hat
Dîsa hemwextî êrîşên li dijî 2 bajarokên Hesekê bi dronan êrîşî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li Xerab El-Cîr a li bajarê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê jî hate kirin.
Her wiha dengê teqînên bi hêz ji baregehê hat bihîstin.
Hate ragihandin ku bi 6 dronan êrîşî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya ku li gundewarê bajarê Rimêlanê yê bakurê Cizîrê dikeve, hatiye kirin.
Têkildarî ziyanên îrîşan de hate ragihandin ku derveyî ziyanê maddî ti ziyanên canî çênebûye.
Tê zanîn ku di baregehê de hêzên Amerîkayê hebûn, lê di vê mehê de jê vekişiyabûn.