Li Êlihê di Navenda Lênêrîna Taybet a Şîfayê de li dijî nexweş û astengdaran destdirêjî û îşkenceya hatiye kirin bi rojan e di rojevê de ye.
Li gorî nûçeya rojnameya Ozgur Polîtîkayê li Navenda Lênêrîna Taybet a Şifayê bi derketina belgeyan, asta îşkenceya li vê derê hatiye kirin, eşkere bû.
Derket holê ku şebekeyeke ji 140 kesan zêdetir pêk tê, tevî rayedarên saziyên fermî zilm û zordarî kirine, sepanên derveyî mirovahiyê li nexweşan kirine.
Belgeyên îşkence û destdirêjiyê derketine holê
Lêpirsîna ku bi giliyên xebatkarên berê dest pê kiribû, eşkere kir ku nexweş bi awayekî sîstematîk rastî tundiyê hatine.
Di dosyaya ku bi dîmen, wêne û nivîsên di navbera xebatkaran de hatiye piştrastkirin, ev binpêkirin hatin tespîtkirin:
Îşkence Li ser bedena nexweşan cixare hatiye pêxistin, ava kelandî bi ser wan de hatiye rijandin û heta laşê wan şîn bibe li wan hatiye xistin.
Di çaçoveya muameleya nebaş de jî, nexweş neçar hatine hiştin ku ava kanalîzasyonê vexwin û pîsiyê bixwin.
Di aliyê cinsî de, nexweşên astengdar ên hiş rastî tecawizê hatine û ji bo ku ev neyê fêmkirin, dîmenên kamerayan hatine jêkirin.
Herwiha bi rêya reçeteyên sexte û xwarinên ku nayên dayîn, pere ji dewletê hatiye girtin.
Di nav saziyan de 140 kes wek şebeke kar dikin
Hat tespîtkirin ku li navendê şebekeyeke ji 140 kesî zêdetir heye.
Di vê şebekeyê de xebatkarên tenduristiyê, rêveberên navendê û hinek rayedarên Midûriyeta Malbat û Polîtîkayên Civakî jî hene.
Tê diyarkirin ku ji ber van têkiliyan, navend demek dirêj ji lêpirsînan hatiye parastin.
ÎHD: Berpirsiyarî ne tenê ya xebatkaran e
Hevserokê İHD’ê yê Şaxa Êlihê Ahmet Şiray, diyar kir ku ev rewş ne tenê bi navendê re sînordar e û got:
“Eger saziyeke ku salan e dixebite, îro bi van îdîayan dikeve rojevê, divê mekanîzmayên çavdêriyê jî bên darizandin.
Kesên ku ev hovîtî dîtine û dengê xwe nekirine, şirîkên vî sûcî ne.”