Şandeyên DYA û Îranê, di rûniştina yekem ya muzakereyên de ku roja yekşemê li herêma Burgenstock a Swîsreyê hatin lidarxistin, pêşketineke girîng bi dest xistin.
Di daxuyaniya hevpar a hikûmetên navbeynkar Pakistan û Qeterê de, hate diyarkirin ku aliyan “pêşketinên bi cesaret” bi dest xistin.
Li gorî daxuyaniyê, aliyan li ser nexşerêyeke ku armanca wê di nava 60 rojan de lihevkirin çêbibe û şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bike, li hev kirin.
Di daxuyaniya hevpar de hate destnîşankirin ku şandeyên DYA û Îranê wê di rojên pêş de li Swîsreyê muzakereyên teknîkî dewam bikin.
Yek ji sernavên girîng ên muzakereyan jî, Tengava Hurmuzê bû.
Li gorî daxuyaniya navbeynkaran, ji bo mîsogerkirina ewlehiya derbasbûna keştiyên bazirganiyê û bi armanca astengkirina şaş fêmkirinan, wê navbera Îran û DYA’yê xeteke peywendiyê ya rasterast were avakirin.
Aliyan ji bo parastina agirbesta li Libnanê jî li ser avakirina “yekîneya rêveberiyê ya şer” li hev kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mekanîzmaya navborî wê bi tevlîbûna Îran, DYA, Libnan û welatên navbeynkar, were li darxistin.
Hate ragihandin ku armaca hevdîtinan, rawestandina operasyonên leşkerî yên li Libnanê û astengkirina binpêkirinên agirbestê.