Îsraîlê 2 navçeyên Sûriyeyê bombebaran kir

Îsraîlê bi balafirên bêmirov gundawarê parêzgeha Şamê û başûrê Sûriyê bombebaran kir, di encamê de 6 çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê hatin kuştin. Ji aliyê xwe ve jî, Îmarata Erebî ya Yekbûyî û Erebistana Siûdiyê êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyê şermezar kirin û daxwaz kirin ku pêkhateyên Sûriyê diyalogê bi hev re bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îsraîl dest bi êrîşan dike, ev du roj in balafirên bêmirov ên Îsraîlî li ser Siweyda û Şamê bi berdewamî difirin.

Çavkaniyên fermî li Sûriyeyê diyar kirin ku Îsraîlê du cih bombebaran kir, cihek li başûrê Sûriyê û cihê din jî li nêzî Şamê ye, di encamê de li cihekî 4 kes hatin kuştin ku 3 çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê di nav de bûn.

 

Di êrîşê de 6 çekdarên hikûmeta Sûriyeyê hatin kuştin

 

Di heman demê de, balafireke bêmirov a Îsraîlê baregeheke leşkerî ya Tugaya 44an li herêma Hercelî li navçeya Kiswê ya gundewarê rojavayê Şamê hedef girt, di encamê de 3 çekdarên tugayê hatin kuştin.

 

Îmarat û Siûdiyê êrîşên Îsraîlê şermezar kirin

 

Rojnameya Şerq El Ewset da zanîn ku Îmarata Erebî ya Yekbûyî û Erebistana Siûdiyê bi tundî êrîş û binpêkirinên Îsraîlê yên li ser axa Sûriyê şermezar kirin.

Wezareta Karên Derve ya Îmaratê got ku ev êrîşên domdar ên Îsraîlê li ser Sûriyê, binpêkirineke eşkere ye li hember qanûnên navneteweyî û Peymana 1974an.

 

Siûdiyê daxwaza destpêkirina diyalogê kir

 

Wezareta Karên Derve ya Siûdiyê jî, bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew hewldanên parçekirina Sûriyê red dike û bang li hemû pêkhateyên Sûriyê kir ku diyalogê bi hev re bikin û bi hev re ji bo avakirina Sûriyek yekgirtî û ewle bixebitin.

Li gor amar û reportên Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê, ji destpêka îsal ve, Îsraîlê 95 caran di nav xaka Sûriyeyê de êrîş pêk aniye, ku 85 ji wan, êrîşên hewayî û 10 jî êrîşên bejahî bûn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24