Hun Manet, bang li Taylandê kir ku destûrê bide komîsyoneke sînor a hevbeş ku ji bo li ser sînorê nakok, dest bi xebatê bike.
Manet, vê hefteyê ji bo civîneke Konseya Aştiyê çû Washingtonê û hêvî dike ku konse, wê rolekê di aramkirina rewşa li ser sînor de bilîze.
Her wiha Hun Manet agirbesta Kanûnê nazik bi nav kir.
Konse, bi destpêşxeriya Trump hate damezrandin da ku plana aştiyê ya Xezeyê çavdêrî bike, lê serokê Amerîkayê got ku ew dikare roleke berfirehtir bilîze.
Tayland, dibêje ku ew wekî beşek ji tedbîrên agirbestê pozîsyonên leşkerên xwe diparêze û dagirkirina herêmê red dike.
Ev zêdetirî deh salan e ku şerê herî xirab ê di navbera her du welatan de, diqewime.
Sala borî peymaneke aştiyê ji hêla DYA ve, ji bo bidawîkirina şerê di navbera Kamboçya û Taylandê de hate îmzekirin.