Dixwazin geliyê Perî yê Çewlîgê talan bikin

Li dijî xebatên lêgerîna ava jeotermal a li gundê Licikê yê navçeya Kanîreşê ya Çewligê meş hat lidarxistin û daxuyanî hat dayin. Çalageran diyarkirin ku bila her kes bi vê bizane ku weke xwediyên esasî yên Geliyê Periyê, emin û em bi israr in ku gelî û gundên xwe li dijî her cureyên talan, wêranî û hewldanên rantê biparêzin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewleta Tirk bi hinceta çêkirina projeyên Bendav, Kanên Madenan û jeotermalê xwezeya Bakurê Kurdistanê talan dike.

 

Cihê talana herî dawî jî projeya jeotermalê ku li gundê Licikê yê navçeya Kanîreşê ya Çewligê  ye.

 

Li dijî vê talana xwezayê di pêşengtiya rêveberên DEM Partî û DBPê de xelkên gundê Licikê yê navçeya Kanîreşê ya Çewligê bi daxuyaniyek vê plana talanê şermezar kirin.

 

Daxuyanî, bi pêşengtiya Platforma Parastina Hawirdorê ya Geliyê Periyê li cihê xebat tên meşandin hate dayin.

 

Rêveberên DEM Partî û DBP’ê, endamên tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Komeleya Ekolojiyê ya Wanê, Rêveberên Komeleya Çewlig Kanîreş Yedîsuyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl di çalakiyê de amade bûn.

 

Xelkên geliyê Perî: Em li gundê xwe jeotermalê naxwazin

 

Nûnerê Platforma Parastina Hawirdorê ya Geliyê Periyê Ekrem Alan axivî û got:

 

 “ Li hember JES û sondajan de em ê di çarçoveya parastina rewa de têbikoşin. Em ê têkoşîna xwe him li qada çalakiyê him jî qada hiqûqî bidomînin, li her derê û di her şertan de em ê bi gelê xwe re bin. Divê her kes vê rewşê fêm bike.''

 

Bila her kes bi vê bizane ku weke xwediyên esasî yên Geliyê Periyê, emin û em bi israr in ku gelî û gundên xwe li dijî her cureyên talan, wêranî û hewldanên rantê biparêzin.

 

Em li gundê xwe jeotermalê naxwazin.``

 

Piştî axaftinan çalakvanan dest bi meşîkirin û di meşê de silogana “Jin, jiyan, azadî”, “Dest nede xwezaya min” destên xweyên qirej ji axa me vekşinê`` hate avîtin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24