Di saet 19:53 de erdhejeke bi pîleya 6.1 li navenda Balıkesîrê çêbû. AFAD’ê diyar kir ku erdheja bi navenda navçeya Sindirgi ya Balıkesîrê, di kûrahiya 11 kîlometreyan de hate hîskirin.
Şaredarê Sindirgiyê ragihand ku li navçeyê nêzî 10 avahî hilweşiyane. Piştre dîsa li navçeya Sindirgi erdhejeke din a bi 4.0 pileyî çêbû.
Erdhej, ji bilî Balıkesîrê, li Stenbol, Îzmîr, Bursa, Aydin, Yalova, Eskişehîr, Sakarya, Tekirdağ û Manîsayê jî hate hîskirin.
Wezîrê Karên Hundirin ê Tirkiyê Alî Yerlîkaya di daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir de got, "Niha rewşek xerab tune ye. Em gav bi gav dişopînin."