Biryar bû ku şêniyên bajarê Amûdê û gundewarên wê, îro, Newrozê li gundê Çaxir Bazar pîroz bikin, lê ji ber barana zêde ku ji saetên serî sibehê ve dibare, çûna şêniyan a cihê Newrozê hat astengkirin.
Endamê komîteya amadekar a Newrozê Ebdulbaqî Omer diyar kir ku ji ber rewşa hewayî pîrozbahiya Newrozê ya Amûdê taloqî 24'ê Adarê bûye.
Komîteya Amadekar a Newroza 2026'an ragihandibû ku Newroza Qamişlo, Tirbespiyê, Hesekê û Dirbêsiyê taloqî 24'ê Adarê bûne û diyar kir ku pîrozbahî dê li cihên ku berê hatine diyarkirin, di saet 11.00'an de dest pê bikin.