Pêşmergeyê PAK'ê Soran Mihemed zade li Hewlêrê hat kuştin

Cenazeyê Pêşmergeyê Partiya Azadiya Kurdistanê PAK'ê, Soran Mihemedzade, li otêleke Hewlêrê hat dîtin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Der barê bûyerê de berpirsekî partiyê ragihand ku Pêşmergeyê wan bi demançeya bêdeng û kêrê hatiye kuştin.

Hat diyarkirin ku Soran Mihemedzade li bajarê Hewlêrê dijiya û karê xwe li wir bi rê ve dibir.

Ji bo diyarkirina hûrgiliyên bûyerê, hêzên ewlehiyê lêpirsîn dane destpêkirin.

Edîb Xalîdiyan ku berpirsekî Partiya Azadiya Kurdistanê PAK'ê ye, Îran bi bûyerê tewanbar kir û got:

“Em piştrast in ku Soran Mihemedzade ji aliyê Îranê ve hatiye kuştin, ji ber ku berê jî karên bi vî rengî kirine.”

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) yek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye û baregehên wê yên fermî li Başûrê Kurdistanê ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye