Rojhilatê Kurdistanê di bin bandora ziwatiya herî hişk de maye. Gel û herêmên derdora wê di nava krîzeke giran de jiyan dikin.
Pispor û saziyên navneteweyî nirxandin ku ziwatiya 2025'an ne tenê rewşeke avhewayî ye; ji ber rêveberî û bikaranîna şaş ya avê ye.
“Rêjeya barînê ya mehane di bin 2 mm'yî de ye”
Li gorî raporên Saziya Avê ya Îranê da zanîn ku gelek herêmên baranê mehane lê dida daketiye binê 2 mîlîmetreyan û wiha hat gotin:
"Li xeta Sine, Seqiz, Bokan û Hewramanê karê çandiniyê ber bi rawestandinê ye, çem ziwa bûne, qenalên avdanê jî bi giranî bêkêr mane, her wekî bi sedan gundiyan jî ava bîran dikişandin, ji ber vê yekê rêjeya avê daketiye asteke herî kêm."
“Ziwabûn dibe sedema nexweşiya zarokan”
Saziya Avê tekez kir ku encama herî balkêş a ziwatiyê li Rojhilatê Kurdistanê têkçûna Tejaneya Gola Ûrmiyeyê ye û wiha berdewam kir:
"Ûrmiye mezintirîn gola avê ya Rojhilata Navîn bû, li gorî wêneyên peykê yên nû yên NASA'yê, halê hazir bi temamî ziwa bûye, bi ziwabûna we re, nexweşiyên hilmstandinê û li ser tenduristiya zarokan rîskê bandoririnê heye."
"Ji ber ziwabûnê ciwan jî xwe ji gundan vedikişînin"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li tevahiya Îranê ji sedî 92'ê bikaranîna avê bandore li sektora çandiniyê dike û wiha diyar kirin:
"Ji ber kêmbûna mezin a li hatineyên çandiniyê li sedan gundî keriyên heywanan têne kêmkirin, amûrên cotkariyê têne firotin û dest ji karê çandiniyê tê berdan. Bi gotina gelê xwecihî “Hem ava binê erdê tê kişandin, hem jî ciwan xwe ji gundan vedikişînin.”
"Bi barana zivistanê gundî ji nû ve bi cih dibin"
Saziya avê di dawiyê de ragihand ku ziwatî êdî nema tenê pirsgirêkeke aboriyê ye û wiha daxuyanî hate bi dawî kirin:
"Gundiyên herêmê dibêjin, ava vexwarinê carna bi hefteyan nagihêje wan, bîr jî bi giranî ziwa bûne.
Hin gund mehên havînê bi temamî vala dibin, bi barana zivistanê û biharê re gundî jinûve lê bi cih dibin. Lê belê ev rewş asta civakî ya herêmê xera dike. Ziwatî êdî ne tenê pirsgirêkeke aboriyê ye; yekbûna gundan, avaniya malbatê û li ser çandê veguheriye krîzekê."
Banga xelkê herêmê zelal û bi biryar e, ku av bi rengekî wekhev bê belavkirin, li Rojhilatê Kurdistanê şert û mercên jiyanê bi lez were amadekirin.