Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK`ê têkildarî yekkirina hêzên Pêşmerge daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya KNK'ê wiha ye:
"Duh 21’ê îlona sala 2026’an li Hewlêrê merasîmek ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge hate lidarxistin.
Di merasîmê de hat ragihandin ku bi deh hezaran Pêşmergeyên Yekeyên 70 û 80 di çarçoveyeke leşkerî ya neteweyî de bûne yeke û rasterast ketine bin fermandariya Wezareta Pêşmerge.
Yekgirtina hêza Pêşmerge daxwaz û miraza bi dehan salan a hemû gelê Kurdistanê bû.
Ev gav, peyameke neteweyî û nîştimanperwerane ye li dijî hemû xêrnexwazên Kurdistanê ye.
Ev gav dê bibe bingehek ji bo yekrêziya nav mala Kurdî."
KNK'ê diyar kir ku hêviya wan ew e ku ev gav bibe destpêka yekkirina hemû saziyên îdarî, ewlehî, aborî û dîplomatîk ên Başûrê Kurdistanê.
KNK'ê: Avanekirina Perlamentoyê rewşeke metirsîdar e
Di berdewamiya peyamê de KNK'ê balkişand ser neavakirina hikumeta Başûrê Kurdistanê û ev tişt gotin:
"Em hêvî dikin ev înstîyatîf bibe amûrek ji bo yekrêzî û yekîtiya neteweyî û nîştimanî li seranserî Kurdistanê.
Ji bilî vê yekê, ev du salin ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatine kirin,lê heta niha parlamento nehatiye aktîvkirin û hikûmeta nû ava nebûye.
Ev rewş metirsîdare û nayê qebûlkirin.
Em hêvî dikin di dema herî nêz de parlamento bicive û hikûmeta nû ava bibe."
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di dawiya peyama xwe de yekbûna hêzên Pêşmerge wekî gavaneke erênî dît û spasiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir û li Başûrê Kurdistanê û hemû Kurdistanê pîroz kir.