Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê derxist

Desteya Hundirîn ji bo 7 û 8’ê Kanûnê biryarnameyek derxist û bang li şêniyan kir ku li gorî biryarnameyê tevbigerin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Desteya Hundirîn di biryarnameyê de salvegera yekemîn a rûxandina rejîma Baasê li gelê Sûriyê pîroz kir.

Her wiha hêviya pêşketin, demokrasî, pirrengî, hevbeşî û azadî di Sûriyeke yekbûyî ya nenavendî de kir.

Desteyê di biryarnameyê de got: "Ji ber zêdebûna tevgerên şaneyên DAIŞ’ê ku hewl didin sûdê ji salvegera rûxandina rejîma berê bigirin biryar da."

Desteya Hundirîn diyar kir ku ew li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rojên 7 û 8’ê vê mehê de kombûn û çalakiyên girseyî qedexe dikin.

Desteya hûndirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiyê de got ku ev biryarname li gor biryara 19’an a ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ve hatiye dayîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye