Serokê Tevgera Helwest metirsiya dabeşbûna Başûrê Kurdistanê anî ziman

Serokê Tevgera Helwest, Elî Heme Salih hişyarî da ku PDK û YNK’ê bi dabeşkirina sînor, dadgeh, aborî û hêzên serbazî, Başûrê Kurdistanê ber bi parçekirinê ve dibin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Başûrê Kurdistanê ku ji salên 1990’î û vir ve di bin bandora dabeşbûna îdarî û serbazî ya navbera PDK û YNK’ê de ye, bi kûrbûna her krîzeke nû re rûbirûyî metirsiya dabeşbûnê dibe.

Di çarçoveya vê mijarê de, Serokê Tevgera Helwest Elî Heme Salih, di civîneke çapemeniyê de ku li Silêmaniyê birêve çû, hişyariyên tund li ser metirsiya parçekirina Başûrê Kurdistanê da.

"Nakokiyên siyasî nahêlin ku pêdiviyên bijîşkî di nav Hewlêr û Silêmaniyê re derbas bibin"

Elî Heme Salih diyar kir ku ji ber nakokiyên siyasî, destûr nayê dayîn ku bi dehan kamyonên derman û pêdiviyên pizîşkî di xalên kontrolê yên navbera Hewlêr û Silêmaniyê re derbas bibin û wiha got:

"Ev yek bûye sedema kêmbûna dermanan li parêzgeha Silêmanî û devera Germiyanê.

Saziyên dadwerî jî dabeş bûne û dadgeha Silêmaniyê ji ber sedemên siyasî 42 dosyayên ku dadgeha Îstînafê ya Hewlêrê xwestine, neşandine.

Niha, hêzên leşkerî, ewlehî, hêzên bejayî û hêzên kontrolkirina sînor bi tevahî di navbera her du aliyan de dabeş bûne."

"Welatên cîran dixwazin pêgeha Herêma Kurdistanê qels bibe"

Serokê Tevgera Helwest bal kişand ser helwesta Bexda, Enqere û welatên cîran ku dixwazin pêgeha Başûrê Kurdistanê qels bibe û wiha domand:

"Ew dixwazin ku Herêma Kurdistanê ber bi sîstema "du rêveberiyên qels" ve biçe."

Elî Heme Salih rexne li Hikûmeta Herêmê kir ku dahata navxweyî naşîne Bexdayê, ku ev dibe sedema derengketina mûçeyan.

Herî dawî Elî Heme Salih îdîayên li ser kêmbûna dahatê red kirin û destnîşan kir ku tenê di vê mehê de dahata elektrîkê ya herêmê zêdetirî 100 milyar dînar bûye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye