Bernameya komîsyonê diyar bû

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê vê hefteyê serokên baroyan û serokên meclisê yên berê guhdarî bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gor berameya hatiye eşkere kirin dê komîsyon 27 û 28'ê Tebaxê civînên xwe li dar bixe. Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş dê civînan bi rêve bibe.

Di civîna 6'emîn ku 27'ê Tebaxê seat 14:00'ê de dest pê bike  komîsyon li Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan, Baroya Hejmar 2 ya Enqereyê, Baroya Hejmar 2 ya Stenbolê, Baroya Çewlîgê, Baroya Amedê, Baroya Hatayê û serokên Baroyên Meletî, Merdîn, Mersîn, Wan û Sêwazê guhdar bike.

28'ê Tebaxê civîna 7'emîn dê di seat 11:00'an de dest pê bike û serokên meclîsê yên berê Hîkmet Çetîn, Omer Îzgî,  Bulent Arinç, Koksal Toptan, Mehmet Alî Şahîn, Cemîl Çîçek, Îsmet Yilmaz, Îsmaîl Kahraman, Bînalî Yildirim û Mustafa Şentop guhdarî bike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24