QSD: DAIŞ hewl dide êrîşî girtîgehê bikin

QSD’ê ragihand ku DAIŞ’ê hewl dide sûdê ji êrîşên çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyê wergire û êrîşî girtîgehan bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin DAIŞ hewl dide sûdê ji êrîşên çekdarên hikumeta veguhêz wergire û girtîgehên DAIŞ lê dimînin, bike armanc.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Çeteyên DAIŞ’ê hewl didin sûdê ji êrişên komên Şamê û tevgerên wê yên leşkerî û gefên wê yên domdar ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergire û girtîgehên ku endamên wê lê hatine ragirtin, bikin armanc.

Hêzên me di rewşeke amadebaşî û hişyariyê de ne. Hêzên me ji bo mîsogerkirina ewlehiya girtîgehan û rêgirtina li ber binpêkirineke ewlehiyê tevahî tedbîrên pêwîst girtine û niha rewş di bin kontrolê de ye. Lê berdewama rageşiya leşkerî dibe ku bibe sedema bêîstiqrariyeke giştî. Di encamê de dê ev yek rîskeke rasteqîn li ser ewlehiya girtîgehên endamên DAIŞ’ê tê de ne, çêke. Her wiha dê  piştî salan ji berdêlên ku li hemberî terorê hatine dayîn herêmê vegerîne nuqteya sifirê."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye