Serokatiya Meclîsa Tirkiyê ji bo rakirina parezbendiya 11 parlementeran fezleke amade kir.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozelî jî di nav de der heqê 11 wekîlan de ji bo rakirina parêzbendiyê wan fezlekeye hat amadekirin ji Komîsyona Têkel re hate şandin.
Navê Tulay Hatimogullari û ozgur ozel jî di nav de ne!
Wekîlên der heqê wan de fezleke hatine amadekirin ev in:
“Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê û Wekîla Edeneyê Tulay Hatîmogûllari,
Serokê Giştî yê CHP’ê û Wekîlê Manîsayê Ozgur Ozel
Wekîlê CHPê yê Sakaryayê Umît Dîkbayir,
Wekîlê CHP’ê yê Orduyê Mûstafa Adiguzel
Wekîlê CHP’ê yê Zonguldakê Denîz Yavuzyilmaz
Wekîlê TÎP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik
Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan
Wekîla DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş,
Wekîlê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez
Wekîla DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û
Wekîla DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu Kutevî.”
Tê payin ku pêvajoya nirxandina dosyayên ji Komîsyona Têkel re hatine şandin di rojên pêş de were destpêkirin.