Di çalakiyê de, Koçberan bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku di zûtirîn dem de, mudaxele bikin da ku ev biryar were betalkirin.
Li gorî biryarê, divê hemû koçberên Nînowayê ku piraniya wan Êzidî ne, heya dawiya salê vegerin malên xwe û eger venegeriyan wê bikevin ser nifûsa wê herêma ku lê dijîn.
Şêniyan destnîşan kirin ku ev biryar wê rêya vegera li Şengalê, bi awayeke daîmî bigire.
Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Xweser a Şengalê ev biryar wekî biryareke siyasî bi nav kir û diyar kir ku ev biryar bi ti awayî nayê qebûlkirin .
Li Kampa Çem Mişko tenê, zêdeyî 4 hezar û 300 malbat hene, ku hejmara wan zêdeyî 21 hezar kes e.