Xebatên guhdarîkirina derdorên cuda ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê didomin. Gelê Kurd û derdorên dixwazin pirsgirêk bi rêyên aştiyane çareser bibe, gelek caran bang dikin ku komîsyon li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî bike. Lê heta niha jî di vê mijarê de tu gaveke şênber nehatiye avêtin. Xelkê Wanê têkildarî pêvajoyê axivî û got ku divê teqez li Rêberê Gelê Kurd were guhdarîkirin.
Mahmût Înal, diyar kir ku divê komîsyon yekser li Abdullah Ocalan guhdarî bike û ev tişt anî ziman: "Me tu caran şer ne parast. Tekane daxwaza me ew bû ku hêsir nebarin, kesek neyê girtin, komkujî û zilm nebe. Ez vê ji bo hemû gelan dixwazim. Ev pêvajo ji bo hemû kesî firsendek e. Lewma divê her kes tişta dikeve ser milê xwe bike."
'Divê bi sermizakerevan re hevdîtin bê kirin'
Bahattîn Işik jî destnîşan kir ku divê pêvajo demek beriya demekî temam bibe û derbasî pêvajoya sererastkirinên qanûnî bibin. Işik got: "Bi aştiyê re êdî dê xwîn nerije. Gotinên birêz Ocalan ên di vê mijarê de zelal in û hemû cîhan pê dizane. Abdullah Ocalan her tim bi aştiyê re bû û em jî piştgiriyê didin gotinên wî û amade ne tişta dikeve ser milê xwe bikin. Banga me ji bo komîsyona li Meclisê ew e ku ji bo çareseriya pirsgirêkê bi aktorê pêvajoyê û sermizakerevan birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike."
'Hewceyî bi aştiya civakî heye'
Şeyda Ozdemîr jî got ku divê Meclis pêşî li cînayetên jinan bigire û wiha pê de çû: "Divê dewlet ji destpêkê ewlehiya me biparêze û piştre jî aştiya civakî pêk bîne. Bi vê yekê re dê bi budçeya ji bo şer tê veqetandin aborî jî baş bibe."
'Li vir aştî li Rojava şer nabe'
Ethem Îlbîlgîn jî got: "Em ji bo aştiyê dereng mane. Di nava salan de gelek gerîla, polîs û leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ev mirin êdî çênebin divê aştî çêbibe. Li vir aştî li aliyê din êrişa ser Rojava nabe. Hûn nikarin vê bi du polîtîkayên cuda bimeşînin. Heke aştî bibe divê aştî li her cihê Kurd lê dijîn hebe."