Li bajarê Manchester ê Îngilistanê di Cejna Yom Kippourê a cihuyan de li pêşiya sînagogekê êrîşek pêk hat, di encama êrîşê de, 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Polîsan diyar kir ku wesayîtekê berê xwe daye ser qerebalixê û piştre jî bi kêrê êrîş kiriye.
Hate ragihandin ku êrîşkar ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.
Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer jî êrîş weke bûyereke ‘’tirsnak’’ pênase kir û diyar kir ku ew ê serdana xwe ya li Kopenhagê di nivîyê de bihêle û vegere welêt. Şah 3’yemîn Charles jî da zanîn ku ew gelekî ‘’matmayî bûye û xemgîn e.’’
Piştî bûyerê li sînagogên li welêt tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin.
Êrişkar welatiyê Brîtanî û bi eslê xwe Sûrî ye
Polîsên Brîtanî ragihandin ku ew bawer dikin gumanbarê êrîşa li Manchesterê, ji bakurê Îngilîstanê,kesê bi navê "Cîhad el-Şamî" ye. Polîsan Îdia kir ku Cîhad El-şamî yê 35 salî welatiyê Brîtanî ye û bi eslê xwe ji Sûriyê ye."
Polîsan destnîşan kir ku El-Şamî berê ne di lîsteya gumanbarên tundrew de bû.
Her wiha polîsan dan zanîn ku du zilamên 30 salî û jinek 60 salî, wek gumanbar niha di bin çavdêriyê de ne û "bi gumana kiryarên terorîstî" hatine girtin.