Li Almanyayê ji dema rakirina leşkeriya neçar ve û heta niha, ev cara pêşî ye ku artêşa berê xwe dide ciwanan. Artêşa Alman Bundeswehr rapirsîn ji ciwanên 18 salî re şandin da ku binirxînin bê motivasyona wan a ji bo leşkeriyê heye û ji bo vê guncav in an na.
Almanyayê par ji bo leşkeriyê reformeke nû pesend kiribû. Li gorî qanûnê, ciwanên ku nû bûne 18 salî, ew ê kodeke QRê, pirtûkçeyekê û agahiyên qanûnî wergirin. Xort dê mecbûr bin ku bi wê koda QRê bersiva rapirsîneke online bidin. Lê heman tişt ji bo jinan niha bi dilxwazî ye. Ev qanûna nû ji 1ê Çileya 2026an ve dest pê kir.
Gefên leşkerî ya Rûsyayê wekî sebeba vê qanûnê tê nîşandayîn. Sedema din jî Serokê DYAyê Donald Trump e. Trump dixwaze ku dewletên endamên NATOyê bêtir ji budçeya parastinê zêde bikin. Ji ber van sedeman, Almanya dixwaze xwedî artêşeke xurt be ku ne girêdayî Amerîkayê be.
Artêşa Alman hêvî dike ku ev guhertin dê hejmara leşkeran ji 180 hezar derxîne 260 hezarî. Herwiha tê pêşbînkirin ku hejmara leşkerên yedek jî bigihêje 200 hezarî.