Li Şengalê cejna Çarşema Sor bi coş hat pîrozkirin

Civaka Êzidî ya Şengalê di Cejna Çarşema Serê Nîsanê, roja temambûna dinyayê de bi hemû reng û dengên xwe ve herikî pîrozbahiya li Geliyê Kersê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro Cejna Çarşema Serê Nîsanê ye ku civaka Êzidî vê rojê weke roja temabûna dinyayê, sersala xwe û Cejna Melekê Tawis dibînin û vê rojê bi coşeke mezin pîroz dikin.

Li Şengalê yek ji cihê ku herî zêde Êzidî lê kom dibin û Çarşema Serê Nîsanê lê pîroz dikin jî; Deriyê Geliyê Kersê yê Şengalê ye.

Pîrozbahiya îsal a li Geliyê Kersê, ji aliyê Navenda Çand û Hunera Şengalê û Navenda Stiya Nexşa ve hat lidarxistin.

Civaka Êzidî bi cil û bergên xwe yên rengîn xwe bi rengên biharê re kir yek û hebûn, bîr û baweriya xwe bi serbilindî nîşan da.

Bernameya îsal a Çarşema Serê Nîsanê di heman demê de weke festîvaleke çand û hunerê hatiye amadekirin, ku li qada pîrozbahiyê pêşangeha wêneyan, konê pirtûkan û standa Jîneolojiyê jî cih girtin.

Îsal pîrozbahiyên li Laleşa Nûranî ji ber sedemên ewlekariyê hatiye betalkirin, gelek Êzidiyên ji kampên Başûrê Kurdistanê û herêma Şêxan jî ji bo pîrozkirina cejnê berê xwe dane Şengalê.

Her wiha ji Qendîl, Silêmanî, Mexmûr û Bexdayê jî hejmarek mêvan ji bo pîrozbahiya Çarşema Serê Nîsanê hatine Şengalê û li pîrozbahiya li Geliyê Kersê amade bûn.

Di şahiyê de peyamên ku ji derve hatine, her wiha peyamên şandeyên ku ji bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Îraqê beşdar bûne, hatine xwendin.

Merciya Olî ya Êzidiyan, Bavê Şêx peyameke bi deng şand.

Her wiha Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta ji bo pîrozbahiya Çarşema Serê Nîsanê peyameke taybet ji Şengalê û tevahiya Êzidxanê re şand.

Li ser navê Meclisa Gel a Şengalê Azad Hisên di pîrozbahiyê de axaftinek kir.

Azad Hisên cejna hemû Êzidiyên li Şengalê û tevahiya dinyayê pîroz kir û wiha axivî:

"Em cejnê li tevahiya şehîdan pîroz dikin.

Em li ser navê Meclisa Gel a Şengalê xêrhatina we dikin.

Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe wesîleya yekîtî û wekheviya hemû gelan.

Eger îro xelkê Şengalê dikare kom bibe û cejna xwe pîroz bike, ev bi xwe serkeftin e.

Hûn rewşa Rojhilata Navîn dibînin û aramiya li Şengalê jî dibînin."

Piştî xwendina peyamên pirozbahiyê, bernameya hunerî ya şahiyê dest pê kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye