Li Efrînê pêşeroja bi hezaran xwendekar ne diyar e

Bi vegera xelkên Efrînê re, hejmarek xwendekar bi malbatên xwe re vegeriyan. Lê heta niha xwendekarên vegeriyayî, ji ber nebûna planên zelal ji bo entegrekirina wan, hîn li dibistanên seretayî, amadeyî û navîn nehatine tomarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî 8 salan, xelkên Efrîna Rojavayê Kurdistanê vegeriyan mal û ser milkên xwe.

3`ê komên xelkê ji herêma Cizîrê vegeriyan Efrînê, pêşeroja bi hezaran xwendekarên vegeriyayî dibe pirsgirêka serek e.

Zanîn û fêrbûna ku wan di çend salan de li dibistanên Rêveberiya Xweser wergirtiye û minhacê ku niha li Efrînê tê pêşkêşkirin, di navbera wan de xwendekar gelek zehmetiyan dikşînin.

Li gorî agahiyan piraniya xwendekarên vegeriyayî, ji ber nebûna planên zelal ên ji bo entegrekirina wan, hîn li dibistanên seretayî, amadeyî û navîn nehatine tomarkirin.

Her wiha hejmarek ji xwendekarên ku li zanîngehên wekî Rojava û Kobanê xwendine, vegeriyane warên xwe, da ku xwendina xwe temam bikin.

Xwendekar dibêjin ku ji ber cudahiyên di minhacên perwerdeyê û zimanên sepandî de, nikarin li dibistanan werin tomarkirin. 

Hat destnîşankirin ku ew zehmetiyan dikşînin, ji ber ku ji wê perwerdeyê fêm nakin û neçar in ku niha xwendina xwe rawestînin.

Li gorî amarên Desteya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser, berî koçberiyê di sala 2018'an de, li bajarê Efrînê nêzîkî 318 dibistan hebûn.

Di van dibistanan de nêzî 50 hezar xwendekarên keç û kur dixwendin û zêdeyî 3 hezar û 700 mamoste û karmend erkdarkirî bûn.

Heta niha ti mekanîzmayeke zelal ji bo dosyaya xwendinê nehatiye gotûbêjkirin.

Tê payîn ku dezgehên perwerdeyê yên Rêvebriya Xweser û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li ser vê mijarê gotûbêj bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye