Di êrîşên li ser Libnanê de 14 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê careke din êrîşî Libnanê kir. Di encama de 14 kes hatin kuştin û 37 jî birîndar bûn. Hizbullah û Îsraîl jî bi binpêkirina agirbestê hevdu tawanbar dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî dirêjkirina agirbesta di navbera Îsraîl û Libnanê de jî, lê êrîş hîna berdewam in.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê duh gelek herêm bombebaran kirin.

Di encamê de, 14 kes hatin kuştin û 37 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku ji qurbanan 1 zarok û 2 jin in.

Her wiha hat diyarkirin ku êrîşên li ser herêmên başûrê Libnanê jî berdewam dikin.

Li gorî daneyên Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê, ji 2`yê adarê ve, di êrîşên Îsraîlê de heta niha 2496 kes li Libnanê hatine kuştin û bêtirî 7700 kes jî birîndar bûne.

NETANYAHU HIZBULAH BI BINPÊKIRINA AGIRBESTÊ TAWANBAR KIR

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî, di civîna heftane ya kabîneyê de, Hizbullah bi binpêkirina agirbestê tewanbar kir.

Benjamin Netanyahu got ku kiryarên Hizbullahê yên li Libnanê, peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Libnanê de binpê dikin û wiha lê zêde kir:

"Divê were fêmkirin ku binpêkirinên Hizbullahê bi awayekî pratîkî, dibin sedema binpêkirina agirbestê."

Beriya niha serokwezîrê Îsraîlê ferman dabû artêşê ku bi tundî erîşî navendên Hizbullahê bike.

ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ FERMANA VALAKIRINA HEFT GUNDÊN BAŞÛRÊ LIBNANÊ DA

Ji aliyekî din ve, artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku wan armanceke hewayî ya biguman teqand ku ji aliyê Libnanê ber bi Îsraîlê ve dihat.

Her wiha Artêşê fermana valakirina heft gundên li başûrê Libnanê da û got ku ew ê bersivê bide tiştê ku ew wekî "binpêkirinên" peymana agirbestê ji hêla Hizbullahê ve bi nav dikin.

Di daxuyaniyeke din de jî artêşa Îsraîlê diyar kir ku Hizbulahê dronên bombekirî ber bi hêzên Îsraîlê yên li başûrê Libnanê ve berdan.

HIZBULLAH TAWANÊN ÎSRAÎLÊ YÊN TÊKBIRINA AGIRBESTÊ RED DIKE

Hizbullahê di bersivdanê de tawana serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya binpêkirina agirbestê red kir û wiha eşkere kir:

“Em ê bersiva binpêkirinên Îsraîlê û dagirkirina başûrê Libnanê bidin.

Ji bo binpêkirinên berdewam ên agirbestê, êrîşên me yên li ser armancên Îsraîlê yên li başûrê Libnanê û bakurê Îsraîlê, bersiveke rewa ye."

Ev yek piştî 2 rojan ji biryara serokê Amerîkayê Donald Trump a rawestandina şerê li Libnanê heta 3 hefteyan tê.

Piştî dan û standinên li Koşka Spî yên di navbera balyozên Libnan û Îsraîlê de, Trump agirbesta ku 17 Nîsanê dest pê kiribû, heta 3 hefteyan dirêj kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye