Ji bo Parlamentoya Mezin a Tikiyê ku dê biketa betlanê, biryara dirêjkirina dema xebatan hate dayîn.
Li gor zagonên 93 a Qanûna Bingehîn û zagona 5. a rêznameya hundirîn, Parlamentoya Mezin a Tirkiyê ku divê di 1’ê Tîrmehê de biketa betlaneyê, dê xebatên xwe bidomîne.
Hat ragihandin ku ev biryar di civîna lijneya giştî ya 16’ê Hezîranê de hatiye dayîn.
Çavdêrên siyasî vê biryarê bi proseya aştiyê ve girêdidin û ji bo derxistina biryarnameyên qanûnî divê meclis nekeve betlanê.
Serokê meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş beriya niha ragihandinbû ku ew armanc dikin ku mijara derxistina qanûnan di werza havînê de bibin serî.