Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li dijî Şarederiya Şileyê bi hinceta ‘’rişwet’’ ‘’bertîl’’ ‘’wezifeyê xerab bikaranînê’’ pêla sêyem a operasyonên binçavkirinê hate lidarxistin.
Li Stenbol û Îzmîrêli 21 navnîşanan bi awayekî hemwext operasyon hate lidarxistin û der barê 18 kesên ku daxwaza girtina wan hatibû dayîn, 16 kes hatin binçavkirin.
Ji bo girtina 2 kesan jî xebatên lêgerînê berdewam dikin.